• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê di 8 mehan de nêzîkî 5 hezar kes di rûdanên tirafîkê de birîndar bûne

Gulan Media October 31, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê di 8 mehan de nêzîkî 5 hezar kes di rûdanên tirafîkê de birîndar bûne

Li Herêma Kurdistanê di nav 8 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 387 kes di rûdanên tirafîkê de canê xwe ji dest dan.

Li gorî amarên rêveberiya tirafîka Herêma Kurdistanê, ji destpêka îsal heta destpêka meha Îlonê (di heyama 8 mehan de), 2 hezar û 679 rûdanên tirafîkê hatine tomarkirin.

Li gorî amar û agahiyan, di wan rûdanan de 4 hezar û 706 kes birîndar bûne ku 3 hezar û 662 kes ji wan zilam û yên din jî jin bûne.

Ji ber wan rûdanan 387 kes mirine ku 330 jê zilam û yên din jî jin bûne.

Berdevkê tirafîka giştî ya Kurdistanê, Eshed Mela Kerîm ji BasNewsê re got, du sebebên serekî yên rûdanên tirafîkê li Herêma Kurdistanê hene; bi lez ajotin, ya din jî bikaranîna telefonê di dema şofêrtiyê de.

 

Basnews

Top