• Thursday, 26 February 2026
logo

Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Gulan Media October 31, 2021 Nûçe
Leşkerekî   Tirkiyê   hat   kuştin

Di encama şerekî de li gel gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, li herêma Xakûrkê yaku dikeve nav axa Başûrê Kurdistanê, di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket.

Li gor zanyariyên ku ji aliyê parêzgariya Meraşê ve hatine belavkirin, leşkerekî xelkê wî bajarî di şer de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê mir.

Di daxuyaniyê de navê wî leşkerî wek Îslam Çîftçî hatiye ragihandin û hatiye gotin ku nûçeya kuştina wî bi malbata wî hatiye ragihandin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

 

Rudaw

Top