• Thursday, 26 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em di çaksaziyan de serkeftî bûn û me rewşa Herêma Kurdistanê baştir kir

Gulan Media October 28, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em di çaksaziyan de serkeftî bûn û me rewşa Herêma Kurdistanê baştir kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em di çaksaziyan de serkeftî bûn û ligel hemû astengiyên ku di dema du salên desthilata kabîneya nehem de derketine holê, me karî rewşa Herêma Kurdistanê ber bi baştir bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dîdara MERI de axivî, ku li bajarê Hewlêrê birêve çû û li ser hewldanên kabîneya nehem a hikûmetê ji bo rûbirûbûna gendeliyê di dema du salan de diyar kir: “Dema me erkê vê kabîneyê girt stûyê xwe, me ragihand ku em ê çaksaziyan bikin. Dema min ofîsa xwe jî wergirt, em rûbirûyî çendîn astengiyan bûn, ji wan; belavbûna vîrusa Koronayê, daketina buhayê petrolê, paşketina sektora bazirganî û karsaziyê, tevî hebûna çendîn kêşeyên ewlehiyê li navçeyê, tevî van hemû kêşeyan, me hewldanên xwe yên ji bo çaksaziyê berdewam kir, her çiqas karekî hêsan nebû.”


Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Me karî di çaksaziyan de serkeftî bin û ne tenê wê qonaxê derbas bikin, me karî rewşa Herêma Kurdistanê jî baştir bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Dema me erkê birêvebirina hikûmetê wergirt, bi milyonan dolar deyn li ser me hebûn, Covid-19 serî hilda, qeyranên aborî yên xirab derketin holê, ji van wêdetir jî qutkirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal ve, berê jî kêşeyên weke şerê DAIŞê û hatina du milyon aware û penaber bo Herêma Kurdistanê, neşandina budceya Herêmê hebûn û ev kêşe hemû bi awayekî neçareserkirî ji kabîneya nehem re man, ev jî bargiraniyeke mezin bû û erkekî dijwar danî ser milê me.”


Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ragihand: “Tenê di sala 2020an de, mûçeyên 6 mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê nehatin şandin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me bi rêya çaksaziyan dahata Herêma Kurdistanê zêde kir û xerciyên xwe jî kêm kir û aboriya Herêma Kurdistanê jî baştir kir û me karî her meh mûçeyên fermanberan dabîn bikin.”


Li ser gefên teror û rêxistina DAIŞê destnîşan kir: “DAIŞ hê jî gefeke sereke ye li ser asayîşa Kurdistan û Iraq û navçeyê bi giştî.” Herwiha tekez kir: “Nedadperwerî û newekhevî û hejariyê DAIŞ dirust kir, lê belê em ji bo tijekirina avalahiya ewlehiyê ya li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dixebitin, ji bo vê mebestê jî du lîwayên hevbeş ji bo parastina wan deveran tên pêkanîn û bi hemahengiya ligel Bexdayê, em hewl didin ku valahiya ewlehiyê tije bikin.”


Derbarê kêşeyên ku ji ber PKKê derketine holê, Mesrûr Barzanî diyar kir: “PKK dixwaze bibe bedîlê saziyên destûrî û xwe bi darê zorê li ser xelkê hinek deveran bisepîne. Ji ber pevçûnên Tirkiye û PKKê, heta niha 800 gund nehatine avedankirin û PKKê hincet daye destê Tirkiyê ji bo êrîşkirinê.”

 

K24

Top