• Thursday, 26 February 2026
logo

Wezareta Tendirustiyê: 23 kesên din bi Koronayê mirine

Gulan Media October 27, 2021 Nûçe
Wezareta Tendirustiyê: 23 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 787 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 787 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 289 kes li Hewlêrê, 175 kes li Silêmaniyê, 217 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 53 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1393 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 480 kes li Hewlêrê, 539 kes li Silêmaniyê, 324 kes li Duhokê, 22 kes li Helebceyê, 24 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

 Amarên giştî:

Pêketin: 358100 

Mirin: 6331

Başbûn: 337358

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Top