Narîn Feqe klîpeke nû belav kir
Hunermend Narîn Feqe straneke nû bi navê Payîza Xewnan belav kir.
Narîn Feqe ji Rûdawê re ragihand ku berî 20 salan ew hatiye nav cîhana huner û stranbêjiyê û ev berhema wê jî her bi vê boneyê ye.
Ev stran ji aliyê Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin û muzîkjenê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Elî Şakir bi karê hunerî bo vê klîpê rabûye.
Klîp li Bakurê Kurdiatnê û welatê Swêdê hatiye tomarkirin ku derhener jî Hejar Duhokî ye.
Narîn Feqe dibêje, Payîza Xewnan yek ji karê wê yê her xweşik e û gelek pê westyaye û hemû karînên xwe di vê stranê de bikar anîne.
Hunermend Narîn Feqe ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye.
Rudaw
