• Thursday, 26 February 2026
logo

Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi fermî nas kir

Gulan Media October 21, 2021 Nûçe
Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi fermî nas kir

 Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir. Parlamenterekî Katalan jî tekez kir, "Em dostên Kurdan in."

Parlamentoya Katalonyayê di rûniştina xwe ya taybet a salvegera rizgarkirina Reqayê de ji DAIŞê, bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas kir.

Di dengdanê de 111 dengên erê û 18 dengên na hatin bikaranîn.

Bi vî awayî, Parlamentoya Katalonyayê bû yekemîn parlamento ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nas kir.

Parlamenterekî Katalan di dengdanê de axivî û got, “Dibe ku Parlamentoya Navendî ya Spanyayê ku bi Tirkiyê re hevkariyê dike, vê biryarê nas neke. Qet ne girîng e. Divê em nîşanî wan bidin ku em dostên Kurdan in."

 

Rudaw

Top