• Thursday, 26 February 2026
logo

Patriyark Mar Awa yê Sêyem spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Gulan Media October 16, 2021 Nûçe
Patriyark Mar Awa yê Sêyem spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 16ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî Patriyark Mar Awa yê Sêyem û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî car din pîrozbahiya destbikarbûnê li Partriyark Mar Awa yê Sêyem kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re car din anî ziman ji bo pêşvebirina zêdetir a kultura lêborînê û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.

Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî spasiya piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û diyar kir ku cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdistan melbenda pêkvejiyan û azadiya olî û tebayî ya navbera pêkhateyan e û divê peyama hemû olan, belavkirina aştî û xoşewîstiyê be.

Herwiha rewşa giştî ya mesîhiyên li Iraq û Sûriyê, mijareke din a gotûbêja hevdîtinê bû.

 

K24

Top