Li Wanê şerê du grûban: 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Payîzawa ya ser bi parêzgeha Wanê ve li Bakurê Kurdistanê, di navbera du grûban de şerê bi dar û keviran derket û di encam de 3 kes birîndar bûn û 10 kes jî hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan 13ê Cotmeha 2021ê derdora demjimêrên nîvro li navçeya Payîzawayê di navbera du grûban de ji ber sedemeke nediyar nîqaş çêbû û di demeke kurt de bû şer.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, her du gruban bi dar û keviran êrîşî hev kirin û piştî hatine polîsan 10 kes hatin desteserkirin.
Herwiha 3 kesên ku di şer de birîndar bûn jî ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Payîzawa hatin veguhestin. Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn berdewam e.
Rudaw
