Dr. Dîndar Doskî: Gel diyariya PDKê daye û wan aliyên dixwestin statuya Kurdistanê jî hilweşînin ceza kir
Siyasetmedarê dêrîn ê Kurdistanê û yek ji damezrînerê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Dîndar Necman Doskî gelê Kurdistanê diyariya PDKê daye wê û aliyên dixwestin statuya Kurdistanê hilweşînin jî ceza kir.
Dr. Dîndar Necman Doskî ji BasNewsê re axivî û got: ‘’PDKê kursiyên xwe ji 25 kiriye 32 kursî û zêde kiriye û li Kerkûk û Silêmaniyê jî pêş dikeve, giring bû, çunke hewlek hebû ji bo PDK bi temamî li Silêmaniyê nemine. Lêbelê PDKê 2 kursî qezençkirin û behsa wê tê kirin di encama skalayan de kursiyeke din jî bibe. Çima PDK li wan herêman bi pêş ket? Çunke li wan herêman siyasetek li dijî PDKê hat birêvebirin. Li Kerkûkê xelk ji hukmê serbazî bêzar bûye, gel hinek Parlemanter hilbijardin ku bergiriyê lix aka Kurdistanê bikin. Lêbelê li Bexdayê daxwaza hilweşandina statûya Herêma Kurdistanê dikirin. Ji ber wê gel kesên wiha ceza dike da ku careke din li tiştekî wiha nefikirin.’’
Herwiha Dr. Dîndar Necman Doskî amaje bi wê yekê jî kir ew koma siyasetmedarên kurd ê bi serneketin şirîkên wan siyasetmedarên Iraqê jî bûn ku hewl didan Iraqê û Kurdistanê ber bi aloziyan bibin û herdû kom jî hatine cezakirin û ji meydana siyasî hatine dûrxistin.
Li ser serkeftina PDKê di hilbijartinê jî de Dr. Dîndar Necman Doskî amaje bi wê yekê dike PDK ligel xelkê û alîgirên xwe bû û gotrara xwe neguherand û xîtaba wê nerm bû, ne li dijî kesî bû, herweha xak û nîştmanê xwe nefroşt û xelkê jî diyariya wê dayê û ew kesên xwestin Kurdistanê bifroşin jî ji ceza kir.
Basnews
