Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat
teqîn li berdem navendeke cîhadiyan pêk hatiye.
Kuştî û birîndar hene.
Li gor zaniyariyên ji herêmê, nîvroya îro li bajarê Efrînê ya li Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin pêk hatiye.
Teqîn li navenda bajêr, li berdem navendeke serekî ya komên cîhadî yên ku Efrîn dagîr kirine pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin ku teqîn bi rêya tirimbîleke bombekirî pêk hatiye û di encama teqînê de kuştî û birîndarên cîhadiyan hene.
