• Tuesday, 17 February 2026
logo

DUHOK - Agir bi kampê ket: Keçekê canê xwe ji dest da

DUHOK - Agir bi kampê ket: Keçekê canê xwe ji dest da
Li kampa Xankê ya ser bi navçeya Sêmêl agir bi çend konan ket û ji ber şewatê keçeke 17 salî canê xwe ji dest da.



Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristaniyê yê Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand ku vê êvarê agir bi çend konên awareyên Kurdên Êzdî ket û di encamê de 4 kon şewitîn û keçeke 17 salî di nav agir de şewitî û canê xwe ji dest da.”



Peyamnêrê Rûdawê Karwan Elî jî eşkere kir ku navê keçika 17 salî Şîrîn Xalid e û ji devera Guhbel a ser bi Şingalê ye.



Karwan Elî herwiha diyar kir ku zêdetirî 4 hezar kon di nav kampê de hene.

Rudaw
Top