Li Kerkûkê astengî li pêş dengdêrên kurd tên danîn
Li Kerkûkê di proseya dengdanê de pirsgirêk û kêmasî gelek in, weke karnekirina amûrên dengdanê, paşketina vekirina binkeyên dengdanê, li taxên Kurdan bihaneyên hêzên ewlehiyê, ku welatiyan ji dengdanê sar dikin.
Li gor nûçeya K24ê; “Wisa tê hîskirin ku destekî veşartî li paş vê mijarê heye û dixwazin welatiyên Kurd ji dengdanê sar bikin, da ku rêjeyeke kêm beşdar bibin û bandor li ser rêjeya dengên Kurdan hebe.”
Pisporê proseya dengdanê Elî Qadir ji K24ê re diyar kir: “Pirsgirêk di proseya dengdanê de heye û li hinek binkeyan amûrên dengdanê kar nakin, ev jî ji ber wê yekê ye ku rahênana baş bi karmendên komîsyonê nehatiye kirin.”
Elî Qadir herwiha got: “Ew pirsgirêk dibin sedema bêzarbûna xelkê ku deng nedin û biçin mala xwe, lê belê divê hemwelatiyên Kurd deng bidin û binkeyên dengdanê bi cih nehêlin, ji ber bi dengdanê, Kurdistanîbûna Kerkûkê nîşan didin.”
Basnews
