Beştaş: Yên Pirsa Kurd çareser bikin dê desthilatê werbigirin
Wekîla Seroka Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş li parlamentoya Tikiyê derbarê Pirsa Kurd de axivî û got: “Dê yên ku Pirsa Kurd cîdî dibîninin, çareser dikin û demokratîkbûna Tirkiyê diparêzin vê desthilatê werbigirin.”
Wekîla Seroka Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş îro 6ê Cotmha 2021an li Parlamentoya Tirkiyê civîneke çapemeniyê saz kir. Beştaş di civîna çapenmeniyê de li ser Pirsa Kurd, geşadanên dawî yên li Tirkiyê û aboriya wî welatî axivî.
Beştaş amaje bi wê yekê da ku divê Pirsa Kurd bi awayekî cidî bê çareser kirin û got: “Yên ku Pirsa Kurd cidî dibîninin, çareser dikin û demokratîkbûna Tirkiyê diparêzin dê desthilatê werbigirin.”
Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku li Japonê kurseke Kurdî hatiye vekirin lê Wezareta Derve ya Tirkiyê hewl daye wê kursê betal bike û got: “Kareke din ê Wezareta Derve nemaye ku hewl dide kursa Kurdî ya ku li aliyê din ê cîhanê hatiye vekirin betal bike. Niha jî derketine û dibêjin Pirsa Kurd nîne. Eger pirs nîne çi karê we li Japonê heye û hûn bi kursa Kurdî mijûl dibin.
Peykerê Ehmnedê Xanî yê li Bazîdê Rûxandi, Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan a li Sêrtê rakirin û lîstika Dario Fo yê Îtalî ya bi Kurdî qedexe kirin. Kesên ku ev qedexe kirine dibêjin pirs (Pirsa Kurd) nîne.”
Beştaş herwiha got : “Pirsa Kurd meseleyeke dîrokî ye. Kesên ku siyaseta tunehesibandinê dimeşînin dê bên ji bîrkirin. Pirsa Kurd dê bê çareserkirin û Tirkiye jî dê bibe welatekî demokratîk. Bi beşkirina civakê welat biçûk dikin, bi perçekirinê bêhêz dikin û bi komployan jî demokrasiyê serûbin dikin û piştre dibêjin Pirsa Kurd nîne. ”
Wekîla Seroka Fraksoyana HDPê diyar kir ku bi vebûna Parlamentoya Tirkiyê nîqaşên li ser Pirsa Kurd zêde bûne û got :”Ev heftiyeke parlamento vebûye. Di nava vê heftiyê de 2-3 caran hate gotin ku Pirsa Kurd nîne û em rûbrûyî tunehesibandineke bi vî rengî ne. Balkêş e ji bo ku herkesê got “Îradeya çareseriyê parlamentoye” li parlamentoyê ji aliyê desthilatê ve li ser hev daxuyaniyên înkarkirinê tên dayîn. Lê li ser wê pirsa ku ew îdia dikin tine ye, gelek zêde diaxivin. Eger hûn dibêjin “Pirsa Kurd tine ye” wê demê hûn li ser çi diaxivin. Dûpatkirina tinebeûna meseleyekî tê wateya qebûlkirina wê meseleyê. Eger tiştek tine be hûn çima hewl didin berovajiya wê dûpat bikin.”
Ev demeke li Tirkiyê nîqaş li ser Pirsa Kurd tên kirin. Opozîsyona sereke ya Tirkiyê CHP û çendîn partiyên opozîsyonê ji bo çareseriya wê pirsê wek navnîşan Parlamentoya Tirkiyê nîşan dabûn, lê berovajî vê yekê desthilat Pirsa Kurd qebûl nake û dibêje me ew pirs çareser kiriye. 23ê Îlona 2021ê jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: “Pirsa Kurd nîne û me çareser kiriye."
Rudaw
