• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî nameyek arasteyî Serokê Filistînê kir

Serok Barzanî nameyek arasteyî Serokê Filistînê kir
Ji ber têkçûna rewşa tendirustiya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas Serok Barzanî peyamek jê re rêkir.

Berpirsê Karûbarên Siyasî û Pêwendiyên Giştî yê Ofîsa Serok Barzanî Hêmen Hewramî li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir ku, piştî di çend rojên borî de rewşa tendirustiya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas têkçû û niştegeriyek jêre hate çêkirin, li ser fermana cenabê Serok Barzanî me serdana Balyozxaneya Filistîn li Hewlêrê kir.

Berpirsê Karûbarên Siyasî û Pêwendiyên Giştî yê Ofîsa Serok Barzanî da zanîn ku, me peyama Serok Barzanî û agehdarbûna wî ji rewşa tendirustiya Mehmûd Ebas gehande wan û hêvî kir ku, xudê şifayê jêre bişîne.

Herwiha Hewramî diyar kir ku, Balyozxaneya Filistînê ji aliyê xwe ve sipasiya nameya Serok Barzanî kir û dûpat kir ku, gel û hikûmeta Filistînê Serok Barzanî rêber û Simbola rewa ya gelê Kurdistanê dibînin.

Basnews
Top