Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne gotûbêjê bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş bikin
Piştî ku Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlementoya Iraqê ragihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî PDKê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina partiya xwe tevahiya endam, alîgirên PDKê û gelê Kurdistanê pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir di vê heyamê de serkeftineke mezina demokratîk a PDKê gelek watedar e, wiha axifî: “Ev serkeftin berhema xebat û têkoşîna PDKê ya li Herêma Kurdistanê û hewldana parastina mafê netewî yê gelê Kurd ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve ye.”
Barzanî da xuyakirin ku serkeftina di van hilbijartinan bo PDKê gelekî watedar e û daxwaz kir, ku danûstandin li gor destûr û avakirina hikûmeteke hevbeş bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li Iraqê.
Cîgirê Giştî yê Serokê PDKê spasiya tevahiya xelkê Kurdistanê kir, ku beşdariyeke mezin li ser asta Iraqê tomar kirin û mafê xwe yê demokratîk bikar anîn û daxuyakirin ,ku wê nûnerên serkeftî yên PDKê, wek hemî caran, pêbend bin bi armanc û xwîna şehîdan û wê berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin û di heman demê de berevaniyê li mafê tevahiya xelkê Iraqê li nav parlamentoya Iraqê bikin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ku pirsgirêk û nakokiyên navxweyî bidin aliyekî got, ji bo berjewendî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, ji bo rûniştin û danûstandinê bo danîna karnameyeke hevbeş, bo beşdariyeke xurt a Kurdistanê ,di hikûmeta bê ya Iraqê de, bila hemû alî xwe amade bikin.
Rudaw
