• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamentera turkmen Muna Qehweçî: Hinek ereb û turkmen dixwazin Kerkûkê aloztir bikin

Parlamentera turkmen Muna Qehweçî: Hinek ereb û turkmen dixwazin Kerkûkê aloztir bikin
Parlamentereka turkmen ya Kurdistanê dibêje, destê parlamenterê turkmen yê Kerkûkê Niyazî Mîmaroglu di şewitandin û wêrankirina malên kurdan li bajarê Xurmatû de hebûye.

Parlamentera turkmen ya Kurdistanê û cîgira serokê Partiya Çaksazî ya Turkmen, Muna Qehweçî ji BasNewsê re got, beşek ji ereb û tukmenên Kerkûkê dixwazin rewşa Kerkûkê aloztir bikin, ji ber wê jî bi hêceta sextekarî di hilbijartinên Iraqê de dest bi xwepêşandanê kirine.

Muna Qehweçî rexne li parlamenterê turkmen yê Kerkûkê Niyazî Mîmaroglu jî girt û got, Niyazî Mîmaroglu gelek karên xirab kiriye. Wî li Xurmatû zor li kurdan dikir da ku ji bajêr derkevin, her wiha destî wî di şewitandin û wêrankirina malên kurdan de jî heye. Li ser vê yekê belge di destê me de heye. Niha jî dixwaze bi navê xwepêşandanê rewşa Kerkûkê aloz bike!

Wê parlamentera turkmen ya Kurdistanê anî ziman ku Niyazî Mîmaroglu di heyama parlamenteriya xwe de tenê ji xwe re kar kir û qet di xema turkmenan de nebû got, niha jî ew û yên mîna wî dixwazin zarokên xelkê gij bikin û bidin kuştin.

Wê siyasetmedara turkmen da xuyakirin ku eger Serok Barzanî nebûya mafên turkmenan di Qanûna Esasî ya Iraqê de nedihat ziman.

Niyazî Mîmaroglu di vê hilbijartinê de jî namzed bû lê nekarî dengên pêwîst bi dest bîne.

Basnews
Top