Nivîskarekî Iraqî pesnê Barzanî da: Barzanî karî bi tenê di hilbijartinan de bi ser keve
Nivîskar û vekolerê Iraqî Fayîz Xefacî, ku xelkê bajarê Besra ye, li ser rûpela xwe ya facebookê behsa hilbijartinên Iraqê kiriye. Fayîz Xefacî pesnê Serok Barzanî û partiya wî daye û gotiye, Barzanî kesekî mezin û jêhatî ye û ruxmî şikestinan, her dem bihêz maye.
Xefacî her wiha gotiye, Barzanî siyasetmedarekî berçav e û mirov nikare guh nedê. Mînaka wê jî hilbijartinên Iraqê ye ku karî bi tenê bi ser bikeve.
Wî nivîskarê Iraqî behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê jî kiriye û gotiye, Barzanî xwedan hizra serxwebûnê ye ji ber wê jî referandom pêk anî. Loma alîgirên wî her dem zêde dibin. Ruxmî dijberiya hikûmeta Iraqê û hevrikan, “Mêrxasê Çiyê” bi ser ket.
Basnews
