4 partiyên siyasî daxwaz dikin hilbijartin li Silêmaniyê dubare bibe
Duh piştî ku piroseya dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê xilas bû, deng hatin hejmartin. Piştî demek kurt encamên destpêkê derketin holê.
Li gorî encamên destpêkê, li devera Silêmanî û Helebcê YNK li pêşiya partiyên din e.
Lê Gorran, Yekgirtû, Komela û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyî bi daxuyaniyeke hevbeş encamên han red kirin.
Nûnerên wan partiyan di civîneke rojnamevaniyê de nerazîbûna xwe li djiî encamên hilbijartinan li devera Silêmaniyê nîşan dan û daxwaz kirin li Silêmanî, Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî hilbijartin dubare bibe.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî ragihand, PDK jî ji encamên hilbijartinan li devera Silêmaniyê bi guman e ji ber wê jî divê deng bi dest bên hejmartin.
Basnews
