3 namzedên partiya Berhem Salih û namzedekî YNKê tevlî PDKê bûn!
Berpirsê liqa 18 ya PDKê Ewnî Ertîsî ji BasNewsê re got, sê namzedên partiya Berhem Salih û namzedekî YNKê dest ji partiyên xwe berdan û tevlî PDKê bûn.
Navên wan namzedan ev in: Mehdî Şemdîn, Bextiyar Bergareyî û Îsmet Mecîd ji partiya Berhem Salih û Xalid Elî Şamkî jî ji YNKê veqetiyane.
Namzedê ku ji YNKê veqetiyaye Xalid Elî Şamkî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, baweriya me bi lîsteya me nemabû, her wiha nav lîsteya me de ferq û cudahî hebû ji ber wê jî me biryar da tevlî PDKê bibin.
Basnews
