• Wednesday, 18 February 2026
logo

Elî Ewnî: Hinek dixwazin terora fikrî ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê jî bikin!

Elî Ewnî: Hinek dixwazin terora fikrî ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê jî bikin!
Berpirsekî PDKê dibêje, hinek kes û alî dixwazin “terora fikrî” ya li dijî PDKê, ji Silêmaniyê veguhezin Hewlêrê.



Endamê serkirdetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, piştî ku cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di mîtînga Silêmaniyê de behsa wê yekê kir ku li devera Silêmaniyê terora fikrî li dijî PDKê heye, hinek kes û alî dixwazin wê terorê veguhezin Hewlêrê jî.



Elî Ewnî her wiha got, qesta wan ew e ku bêjin li devera ku PDK desthilatdar e jî terora fikrî heye!



Wî rayedarê PDKê anî ziman, helbet berê jî hewlên wisa hebûn lê piştî mîtînga Nêçîrvan Barzanî ya Silêmaniyê, hewlên han zêdetir bûn û got, ji ber wê jî bi baweriya min lêdana Rabûn Meirûf (namzedê Newey Nwê) jî karê wan bûye.



Elî Ewnî da xuyakirin, ew hewlên wan li dijî PDKê dê bi ser nekeve û negihê ti encamekî.



Duhî li Hewlêrê namzedê Newey Nwê Rabûn Meirûf rastî êrişê hat û birîndar bû.



Basnews
Top