Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmanî: Divê Gorran erkê parêzgeriyê radestî YNKê bike!
Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn ku ser bi YNKê ye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heftiyek li ser du sal erkê parêzgeriya Silêmaniyê ya Tevgera Gorran temam bûye û li gor rêkeftina di navbera YNKê û Gorran de hatiye kirin, pêwîste Tevgera Gorran erkê parêzgeha Silêmaniyê radestî YNKê bike, ji ber li gor rêkeftina her dua liyan erkên hikûmeta xwecihî hatiye dabeş kirin.’’
Herwaha got: ‘’Piştî helbijartinên parlamentoya Iraqê encûmena rêveberiya hevbeş a YNKê û Gorran dê gotûbêja erkê parêzgeriya Silêmaniyê bikin û ji bo wê jî dê bicivin. Bê guman eger YNK û Gorran li ser vî erkî biryarekê derbixin û ez jî wek serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê dê girêdayî wî biryarî tevbigerim.’’
Azad Heme Emîn got, dema Heval Ebubekir a parêzgeriyê temam bûye û ragehand: ‘’Ji ber rêkeftina her du aliyan bihev guhertina erk hate kirin. Eger her kesek ji wê rêkeftinê derbikeve, ev tê wateya ku biryara encûmena parêzgeha Silêmaniyê şikandiye.’’
Basnewws
