• Wednesday, 18 February 2026
logo

Helbijartinên Lubnanê: Heta niha Hizbulah li pêşe

Helbijartinên Lubnanê: Heta niha Hizbulah li pêşe
Duh Helbijartinên parlamentoya Lubnanê bi dawî hatin li gor encamên ne destpê yên ne fermî ji cuda kirina dengan Hizbulah û Tevgera Amel di pileya pêşîn de ne.

Helbijartinên parlamentoya Lubnanê duh danê sibehê demjimêr 07:00ê destpê kiribûn û di helbijartinê de 3.7 milyon kes xwedî mafê dengdanê hebûn.

Li gor encamên destpêkê yên ne fermî partiya Serokê Lubnanê Michel Aoun ew rêjeya ku, dixwest bi dest nexistiye, di heman demê Şepêla Pêşeroj ya bi Serokatiya Serokê Hikumetê Seid El-Herîrî heta niha di rêjeya dengan de bi paşeve çûye.

Ji aliyeke din ve Hevpeymaniya Şie ku, ji Tevgera Amel û Hizbulaha Lubnanê pêktê li başurê, Biqa, Beyrûtê û Biebd di pileya yekem de bûn ji rêjeya dengan.

Parlamentoya Lubnanê ji 128 kursiyan pêktê û her çar sal carekê helbijatin çêdibin û ji bo desthilatiyê herî kêm 65 kursî bidest xistin pêwîste.

Di Helbijartinên vê carê yê Parlamentoya Lubnanê 597 kesan xwe wek namzed nîşan dabûn, ji wan jî 86 jin bûn.

Basnews
Top