Keşnasiya Kurdistanê hişyarî da: Baranek xurt û lehî di rê de ye!
Berpirsê navenda keşnasiya Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji televîzyona K24 re gotiye, li gorî pêşbîniyên keşnasiyê sibe û dusibe baranek xurt li Başûrê Kurdistanê dibare. Îşev li Duhokê baran dest pê dike.
Fazil Îbrahîm her wiha gotiye, li hinek deveran îhtimal heye lehî rabe ji ber wê jî me ew sazî û dezgehên pêwendîdar agahdar kiriye da ku tedbîrên xwe bigirin.
Berpirsê navenda keşnasiyê daye zanîn ku li hinek deverên çiyayî ji bilî baranê teyrok jî dê bibare û gotiye, piştî du rojan ew barana xurt namîne lê hewa baranî be dîsa.
Basnews
