KOBANÎ – Ji seretayî heta zankoyê xwendin bi Kurdî ye
Çekdarên DAIŞê di dema êrîşî Kobanî de li 4 dibistanên rojhilatê bajêr bicîh bûn. Ev dibistan ji aliyê firokey3en hevpeymanan ve hatine bombebaran kirin û bi temamî ji holê rabûn.
Berdevkê Rêveberiya Dibistanên Kobanî Berekat Hemo ji Rûdawê re got: “14 dibistan mabûn û 4 dibistan ji binî ve rabûn. Ji bilî van 4 dibistanan hin dibistanên din jî ji bo perwerdeyê ne guncaw bûn. Bi hin sererastkirinan di sala 2015 û 2016ê de me li 7 dibistanan dest bi perwerdeyê kir.”
Niha li 14 dibistanên Kobanî perwerde û hîndekarî bi awayeke ji sîstema kevin cudatir berdewam dike. Dibistan bi zimanê Kurdî û sîstemeke nû ya xwendina rojane deriyên xwe vekirine.
Mamoste Rodîn Îbî jî got: “Ji me re xewn û xeyal bû ku em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û binivîsin. Ferqa di navbera perwerdeya bi zimanê me û ya rejîmê pir e.”
Ji bilî dibistanan li Kobanî yekemîn zanîngeh jî hatiye vekirin. Di dibistanê de beşên Wêje û Zanistên Mirovî hene.
Serokê Zanîngeha Kobanî Dr. Kemal Besrawî da xuyakirin: “Di avakirina zanîngehê de zor û zehmetî hebûn. Hemû tiştek di dema nû avabûnê de bi zor û zehmet dibe. Bi taybetî jî ciheke weke Kobanî, ku şer, wêranî û koçberî dît. Lê niha me ew derbas kirin. Di warê peydakirina mamosteyên perwerdekirî pirsgirêkên me hebûn.”
Xwendekarên ku bawernameyên xwe ji dibistanên Kobanî werdigrin nikarin bi van bawernameyan daxwazên xwe yên kar pêşkeşî ti saziyeke li derveyî Rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku ne hikûmeta Sûriyê û ne jî aliyeke navdewletî van dibistanan nas dike.
Rudaw
