Lîstikvana fîlma Kurdî bû rojeva Twitterê
Di serî de ji aliyên bikarhênerên Twitterê ve hat meraqkirin ku çima aktirîsta tirk Vildan Atasever di Twitterê de bûye TT (mijara trend).
Piştre hat zanîn ku Atasever bi saya dîmenên fragmana fîlma kurdî “Bîranîna Mihîna Kumêt” li ser medya civakî bûye rojeva Tirkiyê.
Derhênerê fîlma Bîranîna Mihîna Kumêt, Shahram Alidî ye û bixwe ji Rojahilatê Kurdistanê ye.
Vildan Atasever beriya niha jî di fîlmeke Tirkî û Kurdî de rola keçeke kurd lîstibû.
Rudaw
