Barzanî û Şerîetmedarî têkeliyên di warê aborî û bazirganî de gotûbêj dikin
Di civînê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navebra Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de diyar kir û behsa têkeliyên dêrînên navbera Herêma Kurdistan û Îranê kir û berheviya xwe ji bo zêdetir berfirehkirina têkeliyên di warê aborî, pîşesazî û bazirganî de nîşan da.
Şandeya Îranê diyar kir ku ew dilxweş in têkeliyên Hewlêr û Bexdayê ber bi asayîbûnê diçin û beşek ji arîşeyan navbera her du aliyan de hatine çareser kirin û dupat kir ku Îran dixwaze aramî li tevaya herêmê bi cî bibe.
Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana şandeya Îranê bo Hewlêrê û alîkariyên berdewam yên Komara Îslamiya Îranê di rojên dijawar de ji bo Herêma Kurdistanê sipas kir û berheviya Herêma Kurdistanê ji bona zîdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî û bazirganî de digel Îranê nîşan da. Serokwezrî diayr kir ku Herêma Kurdistan û Îraq bi giştî dixwaz in tenahî û aramî li deverê hebe û di vî warî de Îran xwedî tecrûbeyeke zengîn e û dikare alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîr Barzanî sipasiya şandeya Îranê kir ji bo beşdarîkirina wan di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navebra Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de û hêvî xwest konferens ji bo her du aliyan mifa û sud hebe.
Serokwezîr sipasiya Balyoz û Konsulê Komara Îslamiay Îranê û hemû wan dostan kir ku, di pêşvebirina têkeliyên di warê zanistî, aborî, bazirganî û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan hevkar bûn.
