Opozîsyona Tirkiyê ji bo tifaqê li hev kir
Li Tirkiyê 4 partiyên opozîsyonê, Partiya Komarî ya Gel (CHP), İYİ Partî, Saadet û Partiya Demokrat gihîştin hemahengiyê û ew bi yekgirtin beşdarî hilbijartininê parlementoyê dibin.
Biryare roja Pênşemê (03-05-2018) navê vê tifaqê bi fermî were ragihand.
Hevpeymaniya van her çar partiyan tenê ji bo hilbijartinên parlamenteriyê ye û ji bo serokomariyê her partî dê namzedê xwe destnîşan bike.
Ji ber ku İYİ Partî razî nebû, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî vê bereyê nehate kirin.
HDP û gelek partiyên din ê çepgir û sosyalîst jî bi bereyekê beşdarî hilbijartinan dibin û piştgiriya Demîrtaş dikin.
Herwiha partiyên kurdî ên weke AZADÎ, PAK, PSK, KDP-T ve PDK-Bakur jî tifaqek afakirine û îro bi civîneke çapemeniyê biryara xwe radigihînin.
Rudaw
