• Wednesday, 18 February 2026
logo

Frensa û Amerîka bingeheke serbazî li Minbic ava dikin

Frensa û Amerîka bingeheke serbazî li Minbic ava dikin
Jêderekî berpris ji nav hêzên Sûrya Demokrat (HSD) ragihand, ku artêşa Frensa û ya Amerîka li bajarê Minbic yê Rojavayê Kurdistanê, bingeheke serbazî nû ava dikin.

Di wê çarçoveyê de, çalakvanên bajarê Minbicê li ser torên civakî çend girteyên vîdyoyî belav kirine, ku liv û tevgerên hêzên Frensî û Amerîkî têde diyar dibin.


Bi gotina wî berpirsê HSDê, damezirandina wê bingeha nû li Minbicê, bi mebesta parastina wê navçeyê ji tîrorîstan û gefên derve ye.

Ew bingeha serbazî dikeve bakurê hêla bergiriyê li Minbicê.


Niha jî bingeheke din ya hêzên Amerîkî li rojavayê Minbicê heye û bi awayekî berdewam, hêzên Amerîkî çavdêriya rewşa ewlehiya bajar dikin.

K24
Top