'Hikûmeta Ebadî bi kuştina dehan hemwelatiyên Sûrî tê tometbar kirin!'
Herwaha çavkaniyek din jî, hevpeymaniya navnetewî ya serokatiya wê Amerîka dike ji ber vê bombebaranê tometbar dike, ku zêdetirî 30 hemwelatiyan û di nav de zarok û jin jî hene hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve malperekê jî belav kir, hevpeymaniya navnetewî duh 01.05.2018ê gundê Qesr ê nêzîk bajarokê Tel Cayrî yê ser bi Şudadî, ku di dest DAIŞê de ye, bombebaran kiriye û di encamê de 30 hemwelatî hatine kuştin.
Herçend berî naha gelek caran bi fermî hatiye ragehandin ku balefirên şer ên Iraqê sînorê esmanî Sûriyê bezandiye û binkeyên DAIŞê bombebaran jî kiriye, lê çapemeniya ewlehiya Iraqê tometên Rewangeha Sûriyê red kiriye.
Basnews
