• Wednesday, 18 February 2026
logo

Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperen HSDê kir

Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperen HSDê kir
pevçûnên navbera HSD û hêzên rejîmê didomin
Hate ragihandin ku artêşa Sûriyeyê û komên nêzî hikûmeta Sûrıyeyê cardin êrişî çeperên şervanên HSDê yên li gundewarên Dêra Zorê dikin.

Li gorî nûçeya ANHAyê hêzên rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ji duh piştî nîrov ve hetanî saetên şevê ji gundên El-Salihiyê û El-Hisêniyê nûqteyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, yên li gundê El-Ciniyê û El-Cîa yên bakurê rojhilatê bajarê Dêra Zorê topbaran û bomebebaran kirine.

Ev sêyem êrîş e ku di nav 3 rojan de, ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, li dijî HSDê li Dêra Zorê tê encamdan, berî du rojan jî HSD ragihand ku piştî artêşa Sûriyeyê 4 gund li gundewarên Dêra Zorê kontrol kir, hêzên HSD dubare ew gundana ji destê rêjîmê derxistin.

Top