Nêçîrvan Barzanî: Partî ji bo mafên Kurdan referandum kir û ji bo wan mafan diçe Bexdayê
Nêçîrvan Barzanî di bangeşeya lîsta PDKê de ji bo hilbijartinên Perlemana Iraqê gotarek li bajarê Şeqlawa pêşkêş kir û têde got: "Ji bo parastina sîstema Herêma Kurdistanê û bidestxistina temamiya mafên pêkhateyan li Herêma Kurdistan û gerentîkirina pêşerojeke baştir emê herin Bexdayê".
Nêçîrvan Barzanî got: "Gellek pirs tên kirin, gellek alî dipirsin: Madem Partî referanduma serxwebûnê encam da, niha çima diçe Bexdayê?, di bersiva vê pirsê de dibêjim, berî û piştî referandumê, diruşma me çarekirina kêşeyên daleqandî bû li gel Bexdayê bi riya diyalogê".
Cîgirê serokê PDK got: "Me bijardeya referandumê bikar anî, daku ji Bexdayê re bêjin bes e, pêwîst e gelê Kurdistan mafên xwe werbigire, herwiha ji bo destûr were bicîkirin, her ji bo van mebestan jî emê herin Bexdayê".
Nêçîrvan Barzanî got jî: "Em li ser pirensîpên xwe ji bo mafê çarenivîsê berdewam in û ti carî dev ji vî mafî bernadin, çi li Bexda be yan li her cihekî din be, Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser vê xebata xwe berdewam e".
K24
