• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şervan Derwêş bo Rûdawê: Amerîka û Fransa baregeheke nû li Minbicê vedikin

Şervan Derwêş bo Rûdawê: Amerîka û Fransa baregeheke nû li Minbicê vedikin
Berdevkê Encûmena Leşkeriya Minbicê, Şervan Derwêş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, ku Fransa hêzên xwe li Minbic zêdetir kiriye û Hevpeymaniya Navdeweletî jî di alîkariya wan de berdewam e.



Piştî hewla terorkirina wî, di yekemîn daxuyaniya xwe ya bo medyayê de, Berdevkê Encûmena Leşkeriya Minbicê, Şervan Derwîş li xala sifir a sînorî ya di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêzên Mertala Firatê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re li ser rewşa Minbicê û geşedanên li wê herêmê axivî.



Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah ku serdana eniyên şer li Minbicê kiriye, hevpeyvînek bi Şerwan Derwêş re kiriye û derbarê rewşa Minbicê de pirs ji wî pirsî ne.

Şervan Derwêş ji Rûdawê re ragihand, ew cihê ku niha weke xeta sifir di navbera wan û hêzên Mertala Firatê de ye, xeta Sacûr e û diyar kir, “piştî rizgarkirina Minbicê li wê herêmê şerek di navbera şervanên wan û hêzên opozisyona Sûriyê û hêzên Mertala Firatê de şer derket û piştî wî şerî jî agirbestek di bin siya Hevpeymaniya Navdewletî de çê bû, ku heta demekê ew agirbest berdewam bû.”



Derwêş diyar kir, rojane ji aliyê hêzên Mertala Firatê ve êriş bo ser şervanên wan dihatin kirin û bi taybet di dema êrişa bo ser Efrînê de, ew êriş zêde bûn.



Bi gotina Derwêş, piştî ku Hevpeymaniya Navdewletî, Amerîka û Fransa hêzên zêdetir şandin Minbicê û hêzên xwe yên çavdêriyê li deverê zêdetir kirine, û herwiha piştî ku li aliyê Mertala Firatê jî hejmareke hêz ber bi Efrînê ve hatine şandin, êrişên wan çekdaran bo ser şervanan kêmtir bûye û tekez kir, ku niha ew grûpên çekdarî yên opozisyona Sûriyê di navbera xwe de şer dikin.



Berdevkê Encûmena Leşkeriya Minbicê herwiha dibêje, ew ji bo her egerekê di amadebaşiyê de ne û tekez kir, ku rewşa Minbicê jî di bin kontrolê de ye.



Li ser pirsa Rûdawê ya, tevgera hêzên Fransayê li Minbicê zêdetir bûye, gelo ti rêkevtinek di navbera we û wan (Fransa) de li ser wê herêmê heye û eger heye xalên wê çi ne, Şervan Derwêş got: “Niha em weke Encûmena Leşkeriya Minbicê beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî. Me bi hevdu re xebat kiriye û me bi hevdu re Minbic ji çeteyên DAIŞê rizgar kiriye, ji wê demê wir ve em xebatên xwe dikin. Hebûna hêzên Fransî li Minbicê jî di bin siya Hevpeymaniya Navdewletî de ye, ku Amerîka rêveberiya wê dike. Ewana ji ber wan gefên dawiyê, hebûna xwe li wê derê zêdetir kirin. Hêzên Fransî berê li cihên din hebûn û niha hatine vir jî. Ew di bin siya Hevpeymaniya Navdewletî de ye, erkeke wan ê exlaqî ye ku me bi hev re Minbic rizgar kiriye, eger ku êrişek li ser Minbicê çê bibe, ji xwe sozên me bi hevdu re hene, ku emê bi hev re Minbicê biparêzin.”



Di bersiva pirsa, gelo metirsiya wê yekê heye ku senariyoya Efrînê li Minbicê jî dubare bibe û rêkar û karê we li hember wê yekê çi ne, Şervan Derwêş wiha axivî:



“Niha ew gefên ku dewleta Tirkiyê li dijî Minbicê dixwe, her ji roja rizgarkirina Minbicê û heta niha berdewam in. Zêdetirî du şer sê şerên giran çê bûn. Êrişên wan zêde çêbûn di sala çûyî de, ew êriş hemû hatin şikandin. A niha hêj gefên wan hene, me li hember wê cebheyên xwe saxlemtir kirine, em tedbîrên xwe saxlemtir werdigrin û ji wê zêdetir jî, danûstandinên me bi Hevpeymaniya Navdewletî re zêdetir bûn. Ji bo ku parastina Minbicê misoger bibe, ewana (Hevpeymaniya Navdewletî) baregehe xwe ya nû li wê derê vedikin, baregeheke nû ya Amerîkî-Fransî li ser xeta bakurê Minbicê vedikin, berê baregeheke wan hebû li rojavayê Minbicê û a niha jî li bakurê Kinbicê wan ciheke nû ji xwe re çê kirine ji bo parastina Minbicê. Hem li erdê û hemjî li esman, dewriyeyên wan hene bo parastina vî xetî.”



Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah ji Berdevkê Encûmena Leşkeriya Minbicê pirsî, gelo baweriya we bi sozên Hevpeymaniya Navdewletî heye, hûn natirsin weke çawan ku civaka Navdewletî Efrîn bi cih hiştin, Minbicê bi cih bihêlin, û wî jî di bersivê de ragihand: “Rewşa Minbicê û Efrînê hinek ji hev cuda ye. Bazara ku li ser Efrînê çêbû, ji xwe di navbera rûsan û tirkan de çêbû, li vê derê aliyê Rûs tine ye, Hvepeymaniya Navdewletî heye, me bi hev re Minbic rizgar kiriye, di vî alî de hinek cudahî hene. Heta niha hevkariya me bi hev re berdewam e û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî jî bo me berdewam e, lê ez li vir dixwazim bi vekirî bêjim, ji bo Efrînê jî dixwazim bêjim, ew hêza me ya li vir ku 3 sal anku bêhtirî 3 salan e bi Hvepeymaniya Navdewletî re şerek çêbû, me hem ji bo milletê xwe û hem jî ji bo tevahiya cîhanê şerê DAIŞê kiribû, me êdî DAIŞ gihandibû dawiya wê, ew cîhan hemû bi me re sekinî, li kêleka me sekinî li hember DAIŞê. Di dema êrişa ser Efrînê de ew hemû bêdeng bûn, cihê xemgîniyê ye bi rastî, me erka xwe bi cih aniye, lê cîhanê pişta xwe daye me, ew jî cihê nerazîbûnê ye. Ji bo ku ji bo Minbicê jî ew yek dubare nebe, hewldanên me hebûn û zextên me jî hebûn.”



Derbarê wan zext û fişarên Encûmena Leşkeriya Minbicê yên bo parastina wê herêmê de jî, Derwêş diyar kir: “Me bi awayekê vekirî got, ji bo parastina Minbicê emê erka xwe pêk bînin, lê eger ku êrişek li ser Minbicê çêbû, ji xwe hûn dizanin hêzeke me li Dêrezorê şerê DAIŞê dikir, weke Encûmena Leşkeriya Minbicê piştî rizgarkirina Minbicê em çûne Tebqayê, paşê em çûne Reqayê û piştre em çûne Dêrezorê, dema ku gef çêbûn, me hêzên xwe yên ji Dêrezorê veguhastin Minbicê, ji bo ku em wê cebheyê saxlemtir bikin.”



Şervan Derwêş herwiha da zanîn, aliyê ku ji êrişa ser Efrînê sûd wergirt, DAIŞ bû, ku dubare xwe bi rêxistin kir û dest bi êrişan kir. Bi gotina Derwêş, eger ku êrişa li ser Efrînê nebûya, wan dikarî ji mêj ve ragihandiba, ku DAIŞ li Sûriyê bi dawî bûye.



Derbarê hewla kuştina wî bi xwe de û li ser pirsa, gelo hûn kê tohmetbar dikin bi wê êrişê, Derwêş got, “piştî rizgarkirina Minbicê, rewş li herêmê bi ewle bû û aramî vegeriyabû deverê, herwiha pêşkevtinên siyasî, civakî û aborî li herêmê çê bibûn û tekez kir, gelek aliyên weke DAIŞ, rejîma Sûriyê û dewleta Tirkiyê ji wan tiştan aciz bûn.”



Şerwan Derwêş destnîşan kir, bi hewlên weke bi armancgirtina wî, ew alî dixwazin aramiya li Minbicê têk bibin.

Rudaw
Top