• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê dev ji karê xwe berda

Gulan Media April 30, 2018 Nûçe
Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê dev ji karê xwe berda
Hat ragihandin ku Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê Amber Rudd ji wezîfeya xwe îstîfa kir û serokwezîr jî îstîfa qebûl kiriye.





Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê Amber Rudd ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Piştî derket holê ku Amber Rudd di mijara dersînorkirina penaberan de agahiyên şaş dabûne Parlamentoya Brîtanyayê ji wezîfeya xwe îstîfa kir.Li gor zanyariyan Serokwezîr Theresa May jî îstîfaya Rudd qebûl kiriye.


Rudd ji ber dersînorkirina penaberên welatên kolonî yên Brîtanyayê di hedefa muxalefetê de bû. Navê Rudd ji bo serokatiya Partiya Muhafezar ku niha desthilat e jî derbas dibû.





Ji meha mijdarê ve ev çaremîn wezîr e ku ji hikûmeta Theresa May îstîfa dike. Berî Rudd, Wezîrê Parastinê Michael Fallon, Wezîra Perwerdeyê Justine Greening û Cîgirê Serokwezîr Damian Green jî îstîfa kiribûn.





waar.tv
Top