• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di navbera rêjîma Sûriyê û HSDê de şer derket

Gulan Media April 29, 2018 Nûçe
Di navbera rêjîma Sûriyê û HSDê de şer derket
Di dema beşdariyê di şeşemîn kongirê AKPê de li Izmîrê, serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ku CHP hatiye guhertin û bûye zirna Fethella Gulen, ku dadweriya Tirkiyê girûpa wî wek rêxistineke tîrorîstî tomar kiriye”.

Erdogan derbarê serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglû got: “Ew kesê ku berî niha digot, heger kudeta bê kirin ewê li pêşya tankan raweste, çendî ew bixwaze wê yekê veşêre û red bike, lê hemû belge û tomarên kenalan li ser wî hene, ew ne li dijî kudetayê bû, ji ber ku ew bi xwe kudetaçî ye”.

Li ser hilbijartinên Tirkiyê ku biryar e di Hizêrana îsal de bên encamdan, Serokê tirkiyê got: “Ez di wê baweriyê de me, ku 24 Hizêranê, hem di hilbijartinên serokatiyê de û hem jî di hilbijartinên perleman de, emê bi rêjeyeke mezin ji dengan derbasî dîroka siyasî bibin”.

K24
Top