• Wednesday, 18 February 2026
logo

Alistair Burt: Brîtanya giringiyeke mezin bi têkeliyên bi Hewlêrê re dide

Gulan Media April 29, 2018 Nûçe
Alistair Burt: Brîtanya giringiyeke mezin bi têkeliyên bi Hewlêrê re dide
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja 27.04.2018 li bajarê Hewlêrê, pêwazî li Alistair Burt wezîrê dewleta Brîtanyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û geşepêdana navdewletî û şandeya diplomasiya pê re kir.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amade bû, şandeya mêvan gavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê asayîkirin û normalîze kirina têkeliyên bi Bexdayê re û çê bûna baweriyê di navebra Hewlêr û Bexdayê de bilind nirxand û hêvî xwest ku diyaloga cidîtir ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan berdewam be.

Şandeya brîtanyayî bi pêwîstî zanî ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, hemû alî û bi taybetî aliyê kurdî di avakirina hikûmeteke bingeh berfireh de rola xwe hebe û eşkere kir ku Hikûmeta Brîtanyayê giringiyeke mezin bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê meşiq, rahînan û hevkariyên leşkerî ji bo pêşmergeyê Kurdistanê û geşepêdana aborî û sermayerazandinê, dide.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên leşkerî û mirovî yên Brîtanya ku pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike û rola Brîtanya di afrandina aqarek xweş ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Serokwezîr diyar kir ku ew pêşwaziyê li hizir û helwesta Brîtanyayê di warê giringîdan bi warê aborî, piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê, aramî û êmnahî li Îraqê dike û berheviya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkeşkirina hêsankarî û hevkariya di van waran de nîşan da. Barzanî bi pêwîstî zanî ku Hevpeyman, bi taybetî Brîtanya ji bona bicîkirina pilana reformê li Îraq û Herêma Kurdistanê hevkar û alîkar be.

Rewşa herêmî û hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.


Top