HSD pêşwaziyê li hatina hêzên Erebî ji bo bakurê Sûrya dike
Yezîdî diyar kir, ku "Federaliya bakurê Sûrya ne li dijî hatina hêzên welatên Erebî ye, ji ber ku ewê bibin mertalek li pêşya dagîrkariya Tirkiyê ku dixwaze dest li ser bakurê Sûrya û Iraqê deyne".
Navhatî got jî: "Biryara kişandina hêzên Amerîka ji Sûrya ne lojîkî ye, ji ber ku tiştê li Sûrya diqewime, wek cengeke cîhanî ye û cengeke nû ya sar e, ji ber ku şerê navxwe yê Sûrya hiştiye ku zehmet be welatên mezin hêzên xwe bikişînin û dibe ku daxuyaniyên Trump li ser wê pirsê tenê ji bo têstkirina helwestan be".
Ev çendîn car in serokê Amerîka Donald Trump behsa kişandina hêzên welatê xwe ji Sûrya dike û berî niha jî da xuyakirin, ku ew dixwaze hêzeke hevbeş ji çend welatên kendava Erebî û Misrê li şûna hêzên Amerîkî li bakurê Sûryê belav bike.
K24
