Çawuşoglu:Li Suriye em dê bi Amerika re kar bikin
Mewlud Çawuşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê diyarkir:
"… Amerîka gelek soz dan me. Diviya bû çek nede YPG û YPG ji Minbicê vekişiya be. Ji sala 2016'ê ve me dît ku, pabendê sozên xwe nebûn. Jixwe daxwaza Pompeo ya pêkve xebatê jiber bicîhanîna van sozan bû. Me komên xebatê bo vê damezrandin. Min îro Pompeo pir bi biryar dît. Got gavek zûtir werin, em erê bikin û bicîh bikin. Ji xwe rewşê dizane.
Derveyî Minbicê Îdlib heye. Komên terorîstî bi rêya hin korîdoran tevî çekên xwe hatin vê derê. Dîsa hember DAIŞê jî têkoşîn berdewam dike. Rejîm rêxistinên terorê yên Îdlibê dike hincet û êriş dike. Rûsya jî di vî karê de ye. ev nexşerê gav bi gav dê were bicîhkirin.
Her weha li Minbicê serbazên Fransî û serbazên din nîn in. Em û Amerîka li wê derê bi hev tevbigerin”.
Tirkiye ev demek dirêj e li Suriye ligel Iran û Rûsya tevdigere. Guherînek di siyaseta Tirkiye û nêzîkahiya ligel Amerika dikare çi bandorê bilîze? Di demek kurt de dê were rojevê. JIber ku Wezîrên derve yên Tirkiye, Iran û Rûsya di nav hefteyê de dê bicivin...
K24
