Parlamenterekî kurd yê AKPê: Tifaqa AKP û MHPê dostê kurdan e ne dijminê wan!
Piştî ku biryar hat dayîn hilbijartinên giştî yên Tirkiyê pêşwext bên kirin, di nav partiyên siyasî de hewlên tifaqê zêdetir bûne.
Partiyên ku pêşiya partiyên din tifaqa xwe ragihandin, partiya desthilatdar AKP û MHP bûn. Beşek ji kurdên di nav AKPê de ji wê tifaqê razî nînin.
Li ser vê mijarê, parlamenterê kurd yê AKPê Mehmet Metîner nivîsek nivîsiye. Di nivîsê de ku di rojnameya Star de hatiye belavkirin, Metîner gotiye: MHP kurdan wek dijmin nabîne û AKP jî ti carî dijmintiya kurdan nake. Ji ber wê jî hêza ti kesî pê nikare AKPê bixe eniya dijmintiya kurdan.
Wî parlamenterê kurd aniye ziman ku tifaqa AKP û MHPê “dostê kurdan e” ne dijminê kurdan.
AKP û MHP ji tifaqa xwe re dibêjin “Tifaqa Cumhûr”.
Basnews
