• Wednesday, 18 February 2026
logo

Piştî 65 sal nakokî û şer serokê Koreya Bakur çû Koreya Başûr

Gulan Media April 27, 2018 Nûçe
Piştî 65 sal nakokî û şer serokê Koreya Bakur çû Koreya Başûr
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi serdaneke fermî çû Koreya Başûr û ji aliyê Serokdewletê wî welatî Moon Jae-in ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî dema Koreyê demjimêr 06:40 Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi meşê ji xeta sor a di navbera herdu welatan re derbas bû û çû Koreya Başûr. Bi vî awayî bû yekemîn serokê Koreya Başûr, ku piştî şerê di navbera herdu welatan de ya ji salên 1950 heta1953 ve serdana Koreya Başûr dike.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in li ser sînor pêşwaziya Serokê Koreya Bakur Jong-un kir û ew vexwende welatê xwe. Herdu serokan li wir derketine pêşberî medyayê.

Rudaw
Top