• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yekgirtû bo Gorran: Minafiq ew e yê li Bexda Iraqçîtiyê, li Kurdistanê jî behsa serxwebûnê bike!

Gulan Media April 25, 2018 Nûçe
Yekgirtû bo Gorran: Minafiq ew e yê li Bexda Iraqçîtiyê, li Kurdistanê jî behsa serxwebûnê bike!
Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê bersiva parlamentere Gorran ê parlamentoya Iraqê û kurmamê Newşîrwan Mistefa Mehmûd Riza da û daxwaz jê kir, eger baweriya wî bi serxwebûna Kurdistanê tineye, ‘’Bila êdî gotinên vala neke.’’

Parlamenterê Tevgera Gorran Mehmûd Riza ragehand û rexne li parlamenterên kurd ên baweriya wan bi serxwebûna Kurdistanê heyî û diçin li Bexda dibin nûnerê Kurdistanê wek minafiq pênase kir.

Li hember vê yekê endamê polîtburoyê û serokê fraksiyona Yekgirtû li parlamentoya Iraqê Musena Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Argûmanên berê û yên naha yên Tevgera Gorran em dibînin û ew dizanin wateya minafiq çiye? Ku ji xelkê re jî bibêjin minafiq.’’

Musena Emîn got, Newşîrwan Mistefa baweriya xwe bi serxwebûna Kurdistanê hebû û ‘’Di nav meclisa hukmî jî bûye’’ ji ber wê dipirse: ‘’Diyare ew jî yek ji wan minafiqan e? Ji ber rêveberiya siyasî ya kurd eger xwe firoş be, eger na hemû jî xwedî baweriya serxwebûna Kurdistanê ne.’’

Herwaha daxwaz ji rêveberên Gorran kir ku aşkera bin û ragehand: ‘’Eger biraderek Gorran hebe û bawerî bi wî yekê tinebe ku kurd xwedî dewlet bin û nirxê wan ê serxwebûnê tineye, wê demê bila gotinên vala neke û rasterast bibêje baweriya min bi dewleta serbixwe ya Kurdistanê tineye û xewna kurd û azadiyê jî tineye. Wê demê ez wekî wan jê re nabêjim ‘’Minafiq’’ ezê bejim nêrîna wî ya azad, ji ber minafiq gotinek fikrî ye.’’

Bi baweriya Musena Emîn heta herêma Kurdistanê beşek be ji Iraqê: ‘’Pêwîste em biçin li Bexda şer bo maf û serweriyên Kurdistanê bikin. Ji ber ev pêkan e. Herçend hemû hêzeke siyasî dikare bibêje dem û mekanizmaya referandûmê baş bû yan nebaş bû. lê ti kes nikare bibêje dengdana gelê kurd bo serxwebûn û mafên xwe li ser kaxezê û di nav sindûqan tewane û ew kesên wisa kirine tewanbar in û pêwîste ew kesane bidin dadgehê. Ev gotinên vala ne û bê wate ne, ti bingehek wê yê yasayî tineye. Bi taybet erebên şoven jî nikarin vê yekê ji aliyê yasayî wek tewanbarî bihesibînin.’’

Basnews
Top