Huda Par jî dikare beşdarî hilbijartinan bibe
Berî niha di lîsteya Saziya Hilbijartinan a Bilind a Tirkiyê ya di derbarê partiyên ku dikarin beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê bibin de navê Huda Parê nebû. Huda Parê jî ragihandibû ku wan hemû şert û mercên beşdarbûna hilbijartinan bicî anîne û ew ê dîsa serî li Saziya Hilbijartinan a Bilind bidin.
Piştî serlêdana Huda Parê îro hat eşkerekirin ku Huda Par jî dikare beşdarî hilbijartinên 24ê Hezîranê bibe. Bi vî awayî 11 partî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.
Basnews
