• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê: Iraqê li dijî kurdan çekên kîmyayî bikar anî!

Gulan Media April 25, 2018 Nûçe
Wezîrê Derve yê Iraqê: Iraqê li dijî kurdan çekên kîmyayî bikar anî!
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî ragihand, hikûmeta Iraqê çekên kîmyayî li dijî kurdan bikar aniye.

Îbrahîm Ceiferî, ku bo civîna li ser rewşa Sûriyê çûye Brûkselê, îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, nabe bi ti awayekî di şer de çekên kîmyayî bên bikaranîn.

Wî rayedarê Iraqî anî ziman ku hikûmeta Iraqê ziyanên çekên kîmyayî baş dizane û got, ji ber ku sala 1988 rêjîma wê çaxê ya Iraqê çekên kîmyayî li bajarê Helebcê bikar anî û bû sebeba mirina herî kêm 5 hezar kesên bê guneh.

Basnews
Top