• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîka piştgîriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike

Gulan Media April 24, 2018 Nûçe
Amerîka piştgîriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike
Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkî behsa rewşa deverê kirin
Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkayî civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî yaku ji pêkhateyeke dîplomatîkî û leşkerî pêk hatibû û ji aliyê General Paul Funk dihat Serokatî kirin, kir.

Di civînê de rewşa deverê, têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê yên di warê cuda cuda de hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de şanda Amerîkî ew yek diyar kir ku weke kiyaneke destûrî piştgîriya kurdistaneke bihêz û yekgîrtî dikin û dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bikin.

Derbarê metirsiya dubare ser hildana kiriyarên terorîstî şanda Amerîkî piştgîriya xwe bo hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Îraqê diyar kir û ragihand ku ew dixwazên ew hemahengiya han li tevahiya deveran were pêşdebirin.

Her di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser pêwîstiya hevkariya pir alî kir daku bilez derfeta dubare normal kirina rewşê were afirandin û bi çareseriya kêşeyên siyasî, îdarî û destûrî, sedem û derfetên dubare serhildana tundûtîjiyê were ji navbirin.

Rudaw
Top