• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hewlêr rêveberê giştî yê komîsyona helbijartinên Kurdistanê hat kuştin

Gulan Media April 24, 2018 Nûçe
Hewlêr rêveberê giştî yê komîsyona helbijartinên Kurdistanê hat kuştin
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed li Hewlêrê hat kuştin. Polîsê Hewlêrê ragihand ku bûyer ji ber kêşeyeke civakî ye û berî niha jî li ser vê mijarê hinek kes hatine desteserkirin.

Îro li Hewlêrê li ber Family Mall di nav otomobîlekê de teqe li Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed hat kirin û jiyana xwe ji dest da.

Rudaw
Top