• Wednesday, 18 February 2026
logo

Qeyis Xezelî: Merceêyet ne dije ku Hadî Amerî bibe Serokwezîr

Gulan Media April 24, 2018 Nûçe
Qeyis Xezelî: Merceêyet ne dije ku Hadî Amerî bibe Serokwezîr
merceêyeta şîiyan ne dijî kandîd kirina Serkirdeyekî heşda şebiye
Emîndarê tevgera Esayêbî Ehlîheq Qeyis Xezelî ragihand ku merceêyeta olî ya li Necefê ne dijî vê yekê ye ku Serokê lîsteya Fetih û Emîndarê tevgera Bedir Hadî Amerî bibe Serokwezîrê nû yê Îraqê.

Xezelî herwiha eşkere kir ku ew piştraste merceêyet li dijî berbijêr kirina Hadî Amerî kerta sor bilind nake.

Nav hatî herwiha diyar kir ku Heyder Ebadî jî yek ji wan berbijêrane ku şansa xwe heye çareke din bibe Serokwezîrê Îraqê li bi şertê ku ew daxwazên me qebûl bike.
Top