Serokê Rêxistina Çavdêriya Jenosîd: Xetereke mezin li pêş Kurdan e
Dr. Gregory Stanton niha serokatiya Rêxistina Çavdêriya Janosîdan (Genocide Watch) dike, ku wî bi xwe di sala 1999ê de ev rêxistin damezrandiye. Armanca rêxistinê ew e, ku pêşiya jeosîdan bigre li seranserê cîhanê, cihên di bin xeteriya şer û tepisandinê de, hişyariya jenosîdê bide. Wate rêxistina Stanton beriya rûdanên jenosîdê cîhanê agahdar dike.
Serokê Rêxistina Çavdêriya Jenosîdan di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa xetereya jenosîdên li ser gelê Kurd kir.
Rêxistina Genocide Watch di vê dema dawîn de derbarê rewşa Kurdan de hişyariya jenosîdan dide. Lê beriya wê, ji me re behsa rêxistina Genocide Watch û karên wî bike…
Genocide Watch yekemîn rêxistina rûbirûbûna sûcên jenosîdê bû, ku min di sala 1999ê de damezrand. Di heman demê de min hevpeymaniya tekoşîna li dijî jenosîdê jî pêk anî, ku Genocide Watch karê hemahengiya wê dike. Niha li seranserê cîhanê 37 rêxistin endamê vê hevpeymaniyê ne.
Hevpeymaniya me pirr ji Genocide Watch mezintir e. Armanca me ew e ku pêşiya jenosîdan bigrin û eger jenosîd çêbûn jî berpirsên wan ceza bikin. Weke mînak li Rûandayê ji bo pêkanîna dadgeheke taybet me roleke sereke lîst. Ez bi xwe yek ji wan kesan bûm ku me biryarnameya Neteweyên Yekbûyî ya taybetî ya ji bo pêkanîna vê dadgehê nivîsî.
Min di sala 1991ê de dest bi kar û xebatên li ser jenosîdan kiriye. Dema min li ser Projeya Kamboçya ya derbarê jenosîdan de kar dikir ez li Zanîngeha Yale bûm. Cezakirin beşek ji karê me ye lê perwerdeya derbarê jenosîdan jî karê me ye. Em hewl didin hinek çaksaziyan di sazî û dezgehên navdewletî de bikin da ku bi kirdar pêşiya sûcên jenosîdê bigrin. Ev jî tê wê wateyê ku em piştgiriyê didin avakirina hêza karvedanên lezgîn dikin. Ev yek jî ji bo karên me pir giring e. Mebesta min mekanîzmayên hişyariya pêşwext e. Yek ji karê sereke yê Genocide Watch ev e. Ji ber ku em niha fêm dikin ka jenosîd çawa dest pê dike, em jî hişyariyên derbarê jenosîdan de belav dikin. Herweke niha, ku me derbarê rewşa Kurdan de hişyarî daye.
Hişyariya we ya dawîn jî li ser jenosîda li hember Kurdan bû. Çima vê demê de we ew hişyarî da?
Bi baweriya me Kurd li hember metirsiyeke mezin in. Hê jî hinek hêz hene, ku êrîşî Kurdan dikin. Di rewşa niha de bi nêrîna me metirsiya mezin ji aliyê Tirkiyê ve tê. Pir zelal û eşkere ye, ku Tirkiye wan Kurdên, ku ji bo xwe metirsî dibîne, dixwaze ji nav bibe û bişkîne.
Weke mînak Serokomarê Tirkiyê wan hemûyan weke terorîst binav dike. Bi zanîna me terorîzm di wateya êrîşên li dijî mirovatiyê de tê bikaranîn. Wate bi van gotinan ew dibêje dijberên wî hemû “terorîst in” û divê em wan bikujin.
Ev jî qonaxeke jenosîdê ye?
Belê, ev jî qonaxeke janosîdê ye.
Gelek qonaxên jenosîdê hene û tu jî dibêjî 10 qonaxên jenosîdê hene. Eger em rewşa Kurdan binirxînin, bi nêrîna te niha jenosîda li ser Kurdan di kîjan qonaxê de ye?
Bi nêrina min dosyeya Kurd hêj ji niha ve di nava jenosîdê de ye. Tenê mirov li bûyerên Efrînê binere, ev yek tê famkirin. Efrîn hate dorpêçkirin, yên karîn birevin reviyan û yên nekarîn jî hatine jinavbirin.
Armanc ew e ku xelkên din li Efrînê bicîh bike. Wate bi gelên din tîje bike ku ne Kurd in. Bi nêrîna min ev yek jenosîd e. Jenosîd bi darê zorê valakirina gund û bajaran û raguhestina xelkê nîne. Çimkî kuştinên bi komî jî tê de çêbûne. Bi baweriya me armanca dewleta Tirkiyê ew e, ku heta bakûrê Iraqê pêşve biçe û dest dayne ser hemû herêmên di bin kontrola Kurdan de.
Ew bi xwe dibêjin, ku daxwaza wan ev e. Tişta balkêş ew e, ku ew pir eşkere behsa vê daxwaza xwe dikin. Dibêjin emê Minbicê bigrin û heta Şingalê herin. Sedema vê yekê jî weke bihêzbûna desthilata Kurd li bakurê Sûriyê wate Rojava tê nîşandan, ku di têkbirina DAIŞê de wan roleke sereke lîstin. Bêguman pêşmerge jî heman awayî roleke pir giring lîst.
Dixwazim em behsa modelên jenosîdan bikin. Di hinekan de behsa jenosîda gelemper û li ser astekî mezin tê kirin. Model û qonaxên din çi ne ku mirov bikare behsa jenosîdên gelemper bike?
Eger em bi giştî çavê xwe li jenosîdên berê bigerînin, tê dîtin ku ev qonax di hemû jenosîdên din ên weke yê Holokost û Rûanda û yên din de jî hatiye dîtin. Qonaxên berçav ên jenosîdê hene. Ne giring e ku bi dorê û li peyhev pêk werin, dibe hemû qonax di heman demê de jî çêbibin.
Qonaxa yekemîn polenkirin e. Mirov weke “em û ew” ji hev tên veqetandin. Ya duyemîn jî sembolkirin e, ku navên cuda li gruban dixin û hinek sembolan bi ser wan de disepînin da ku bipejirînin. Weke mînak cil û zimanên cuda disepînin. Qonaxa sêyemîn û çaremîn înkarkirina mirovbûna kesên li hember xwe ye, wate dûrketina ji hezkirina mirovahiyê ye. Herwiha bilindkirina nefreta li hember cudahiyan e.
Qonaxa pêncemîn birêxistibûna hêza jenosîdker e ku bikarin bi rihetî jenosîd û kuştinan bikin. Weke mînak artêşa Tirkiyê bi başî hatiye birêxistinkirin. Ji bilî wê jî hêzên wan ên milîsî hene, ku li gel wan kar dikin.
Qonaxa şeşemîn cemserbendî ye, ku têde dibêjin, “eger ne alîgirên min bî dijminî.” Di vê qonaxê de hemû aliyên ne alîgirê tundiyê ne tên vederkirin. Lewma hemû aliyên ku dikarin pêşiya jenosîdê bigrin weke “îxanetkar” tên pênasekirin.
Weke çawa hinek hunermend û stranbêj hatine neçarkirin ku ji bo piştgiriya desthilatê herin bereyên şer?
Li Tirkiyê zêdetirî 100 hezar kes hatine girtin û avêtine zîndanan. Ew profesor, karmendên kertên medenî û taybet û herwiha kesên ne dilsozê wan in tev de hatine girtin. Heman tişt di artêşê de jî hatiye kirin. Bi wateya klasîk ev cemserbedî ye.
Qonaxa paşî ya amadekariyan e, ku tê de ji bo kirdaran plan tê amadekirin. Di vê qonaxê de aliyê jenosîdker ji xwe re hevpeymanan peyda dike. Herwiha çekên ji bo xwe pêwîst jî bidest dixe û plana jenosîdê amade dike. Di vê qonaxê de tişt gelek zelal in.
Qonaxa piştre perçiqandin û êrîşa ser wan gel û komên xelkê ye, ku wan neçar bike mal û milkê xwe bihêlin. Em niha vê tiştê li Efrînê dibînin. Di qonaxa dawîn de kuştina bi kom anku jenosîd heye. Bi nêrîna min ev qonaxa pêş e û pêkhatina wê jî nêzîk e. Ji niha ve hinek komkujiyên biçûk çêbûne. Bêguman li cem wan mirovên mexdûr bandora komkujiyê ne biçûk e. Lê mebesta min ew e ku hejmara kesên hatine kuştin ne gihiştiye hezaran wate ne gihiştiye asta komkujiyên Enfalê, ku tê de 182 hezarkes hatinekuştin û jenosîdeke mezin bû.
We di serdema DAIŞê de hişyariyeke lezgîn da û jenosîd têkirin. Dixwazim bipirsim; hûn kîjan deman de hişyariya lezgîn didin?
Dema amajeyeke bi hêz a rûdana jenosîdê hebe wê demê em hişyariya lezgîn didin. Wate dema komkujî çêdibin em vê hişyariyê didin. Herweke tişta li Şingalê bi serê Kurdên Êzidî de hat. Hişyarî wê demê jî tê dayîn, ku hêj bûyer negihiştine qonaxa komkujiyeke temamî. Wate ya baş ew e, ku berî rûdana jenosîdê zengil were lêdan û hewl bidin pêşiya pêkhatina jenosîdê bigrin. Niha jî ev rojeva me ye.
Dema we hişyariya lezgîn a jenosîdê ya ji aliyê DAIŞê ve da, di heman demê de we got ku metirsiya jenosîdê li ser Kurdan heye ji aliyê mîlîsên Heşda Şeibî ve. Xisletên hevbeş ên van aliyên ku êrîş dikin ser Kurdan çi ne?
Di van hemû keysan de, weke mînak Tirkiye yan jî hêzên Quds a Îranê ku hevkarê mîlîsên Heşda Şeibî ne û dijminê wan hevbeş e. DAIŞ û hêzên Quds ên Îranê Kurdan weke dijminê xwe yê hevbeş dibînin. Dema DAIŞ ji Iraqê hate paqijkirin, fermandarê pasdaran Qasim Silêmanî li Iraqê bû. Bêguman me operasyonên hêzên Tirkiyê jî dît. Bi baweriya min hêj jî DAIŞ bi temamî nehatiye têkbirin û çalak e. Bi nêrîna min di hizra DAIŞê de Kurdên dikarin wan têk bibin dijmin in. Ji lewra DAIŞ beşeke ji wê hevpeymaniyê ku dixwazin Kurdan jenosîd bikin.
Wate daxwaza Kurdan a otonomî yan jî serxwebûnê dibe sedem ku ev hêz li hember wan tundiyê û zorê bikar bînin?
Ev rast e. Di rastiyê de tişta niha rû dide karê wan sê împaratoriyên dîrokî ne ku hewl didin desthilata xwe ya berê bidest bixin. Împaratoriya Osmanî ku Tirkiye nûnertiya wê dike, Împaratoriya Farisan a Îranê û herwiha Împaratoriya Erebî ku DAIŞ û welatên piştigirên wê nûneratiya wê dikin. Hemû jî Kurdan li hember dethilata xwe weke metirsî dibînin.
Emperyalîzm herdem dibe sedema jenosîdan. Bêbextiya Kurdan ew e, ku erdnîgariya wan ketiye naverastê gihiştina hev a van hersê împaratoriyan. Belê, ev desthilat Kurdan weke kêmîne dibînin. Divê Kurd fêm bikin ku jenosîda îro bi serê wan tê ji ber daxwaza firehkirina desthilatê ye. Niha tişta herî baş ji bo Kurdan ragihandina serxwebûnê ye. Herwiha bêjin, “me divê em xwe bi xwe birêve bibin.” Ji ber metirsiya me behs kir, nabe rasterast gefan li van împaratoriyan bixwin.
Li Başûre Kurdistanê vê mehê bîranîna karesata Enfalê birêve çû. Rêxistina we dikare ji vê raboriya tehl çi waneyekê werbigre da ku nîşaneyên jenosîdê zû destnîşan bike û pêşiya wan bigre?
Bi bîrxistin û zindîhiştina wê komkujiya dîrokî pir giring e ji bo fêmkirina metirsiyan û xwe parastina ji jenosîdan. Enfal û kîmyabarana Helebceyê komkujiyên mezin bûn. Lê binere di van çend rojan de çi çêbû li Sûriyê? Çekêm kîmyewî careke din hatine bikaranîn. Fransî dibêjin, “tiştekî biguherî zêdetir têk diçe”. We diyar e, ku ti kes ji bûyerên berê dersan dernaxe û tiştekî fêr nabe.
Weke mînak eger hêzeke mezin ê weke Amerîkayê otonomiya Kurdan biparêze dê çi bibe? Di sala 1991ê de hate dîtin û nehişt firokeyên Iraqê êrîşî Kurdistanê bikin. Bi nêrîna min divê heman tişt îro ji bo bakurê Iraqê û Rojava wate bakurê Sûriyê jî were kirin. Ji Tirkiyê re bêjin em êdî qebûl nakin. Ji Rûsyayê re jî heman tiştî bêjin. Zehmet e ku niha vê yekê bikin lê bi nêrîna min divê mirov ji dîrokê waneyan bigre.
Rudaw
