Rizgar Alûcî ji stranbêjiyê heta nivîsandina helbestan
Hunermend Omer Husên Alûcî ku bi navê Rizgar Alûcî tê naskirin, yek ji wan hunermendên gelêrî ye ku li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ji ber ku hem stran gotine û hem jî helbestên stranan nivîsandine.
Rizgar Alûcî sala 1968an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û niha li bajarê Qamişlo dijî.
Ji zaroktiya xwe ve mala xwe bar kirin bajarê Qamişlo û li Taxa Xerbî niştecî bûn.
Li wir gelek hunermendên navdar hebûn, wî ew nas kirin û ji nêzîk ve li wan guhdarî kir wek Seîd Yûsif, Ebdo Hezarê, Evdo Elanê, Mecîd û Bekirê li kemançeyê dixistin, Rifetê Darî, Mihemed Şêxo, Nezîr Mihemed.
Hunermend Rizgar bi tena xwe rêya hunerê şopand di malbata xwe de, niha keça wî Torîn jî daye ser rêya hunerê lê hêj tiştek tomar nekiriye.
Rizgar 2 kaset bi awayekî fermî tomar kirine sala 1997 û 1998an.
Gotinên stranên wî yên gelek helbestvanan e wek Arşek Beravî, Dilawerê Zengî, Îmad Hemdî. Piraniya helbestan yên wî ne, Cegerxwîn, Tîrêj, Rûxweşê Zîvarî, Kurdyar Dirêî, Kamîran Hesarî gotin û awaz û …..
Piraniya awazan hunermend Rizgar bi xwe ji xwe re amade dike û hinek awazên Gorgîn Mîrzo û Kamîranê Hesarî û hin hunermendên din jî ew amade dike.
Piştî hevjîna xwe anî, mala xwe bar kir bajarê Helebê û li wir karê huner û stranbêjiyê rawestand û dest bi nivîsandina helbestên stranan kir û da gelek hunermendan wek hunermend Îtîdal, Aras Îbrahîm, Mihemed Salih Kobanî û keça wî Torîn Alûcî, Zuhêr Cemîl, Hîmen Xişo, tevde awaz û helbest ji wan re amade kiriye.
Niha hunermend Rizgar Alûcî li bajarê Qamişlo rûdine û karê xwe yê hunerê berdewam dike.
Rudaw
