‘Daxwaza valakirina Idlib û Minbicê ji îdareya xwaser tê kirin’
Rejîma Sûriyê daxwaza vala kirina Idlib û Minbicê ji îdareya xwaser a Rojavayê Kurdistanê dike û demeke kêm jî diyar kiriye bo vegera artêşa Sûriyê bo wan bajarên kurd. Endamekî Encûman Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî vê derbarê de dibêje: ‘’Rêkeftina kurdî – kurdî garantiya parastina navçeyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ye.’’
Li gor zanyariyên rojnamevanan di çend rojên borî de îstixbarata Tirkiy, Sûriyê û Rûsyayê li bajarê Heleb a Sûriyê civiyane. Civîn jî taybet li ser armanc girtina bajarê Idlib û Minbic a Rojavayê Kurdistanê bûye û her sê alî jî hemfikirbûne ku ew navçeyane divê di vê qonaxê de radestî rejîma Sûriyê bên kirin.
Li gor zanyariyên ku hene rejîma Sûriyê demekî kurt ji bo îdareya xwaser diyar kiriye ku Idlib û Minbicê radestî artêşa rejîma Sûriyê bike.
Endamê ENKSê Dr. Kawe Ezîzî vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand, ew navçe stratejîk in û Tirkiye wek Efrînê û Sûriye jî çavê wê lê ye dest bi serde bigre. Lê ew navçeyane bi hemû Rojhilatê Firatê ve Amerîka wan diparêze û wek navçeyên xwe dizane. Berî ku saziyên îstixbartên wan welatan ji bo radest kirina wan navçeyan ji rejîma Sûriyê re bicivin, Amerîka û Rûsya li ser wê yekê rêkeftine ku wek naha demografyaya Sûriiyê bimîne û destûrek bo Sûriyê bê danîn. Ji ber wê jî ev mijare eger rêkeftineke din be di navbera wan hersê welatan de Amerîka wê qebûl nake.’’
Kawe Ezîzî got rewşa Sûriyê girêdayiye bi welatên herêmê û navdewletî ve. Heryek ji wan projeyên xwe û nêzîkatiyekî xwe heye. lê xala giring ji bo kurdan ew e yekgirtî bin û xwe li gel wê hizrê hemaheng bikin ku di berjewendiya kurdan de be li Rojavayê Kurdistanê. Ew yek jî tenê bi yekgirtîbûn û rêkeftina kurdî – kurdî li Rojavayê Kurdistanê ve garantî dibe.
Basnews
