Hejmara duyem a Kurdeçîrokê derket
Hejmara duyem a kovara Kurdeçîrokê derket. Ev kovar bi awayekî taybet çîrokên kurdî û cîhanî yên wergerandî, hinek nivîsarên têkildarî bîrdoziya çîoknivîsiyê jî belav dike.
Kovara Kurdeçîrokê her sê mehan carekê li Bakurê Kurdistanê tê çapkirin û belavkirin. Kurdeçîrok bi awayekî berçav tê pêşwazîkirin û xwendin ku ev yek di medyaya civakî û torên civakî de jî berçav dibe.
Lê kovara Kurdeçîrokê ne tenê li Bakurê Kurdistan û bajarên mezin ên Tirkiyê tê belavkirin. Kurdeçîrok herwiha yekem kovar e ku hem li Bakur û hem jî li Başûrê Kurdistanê tê çapkirin û belavkirin.
Hejmara duyem a Kurdeçîrokê ku hejmara havîna îsal (2021) ye, di destpêkê de gotina edîtorê kovarê çîroknivîsê Kurd Mehmet Dicle li xwe digire. Herwiha çîrokên gelek nivîskarên Kurd ên naskirî û ciwan jî vedihewîne. Çîrokên ji wêjeya cîhanî ku ji bo Kurdiya Kurmancî hatine wergerandin jî cihê xwe li ser rûpelên kovarê digirin, wek çîrokên nivîskarê îtalî Dino Buzzati û nivîskarê amerîkî William Faulkner.
Ji çîrokên ku bi destê çîroknûsên Kurd hatine nivîsandin û di vê hejmara duyem a kovarê de belav bûne: Çîroka Taxa Filan a Mehmet Dicle, çîroka Derî Kete Cî ya Hesen Ildiz, çîroka Dengê Yasemînê ya Ferhadê Mihemed û hin çîrokên din ên nûserê Kurd ê naskirî Şener Ozmen, nivîskar Inan Eroglu û hinek nûserên din.
Balkêş bû ku çîrokên du hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê jî di hejmara duyem a kovara Kurdeçîrokê de cih girtin. Yek jê çîroka Maşella Dekak a bi navê Sandoqa Dayika Min e, ya din jî çîroka “Janber” a Besam Mistefa ye ku li ser jana lal û êşa bêdawî ya kolberiyê ye.
Hejmara yekem a kovara Kurdeçîrokê nîsana îsal (2021) belav bûbû.
