• Friday, 27 February 2026
logo

Li Çînê herî kêm 12 kes ji ber lehiyê mirin

Li Çînê herî kêm 12 kes ji ber lehiyê mirin

Li eyaleta Henanê ya li naverasta Çînê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ajansa dewleta Çînê Xinhuayê, li bajarê Zhengzhouyê yê Henanê piştî barana ku duh barî, lehî rabû û mirov li ber çûn.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê heta niha li herêmên lehiyê lê rabûne, cesedên 12 kesan dîtin, zêdeyî 100 hezar kesî jî li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Di vîdeoyên ku li ser medyaya civakî der heqê lehiyê hatin parvekirin de jî xuya kir ku kuçe û cadeyên Zhengzhouyê bûn gol û otomobîl li ber lehiyê ketine.

Di daxuyaniya nivîskî ya rêveberiya herêmî ya Zhengzhouyê de hat diyarkirin ku kontrolkirina lehiyê pir zehmet e û asta karestê bilind e.

 

Rudaw

Top